Fîlmên ku di salên 2023, 2024 û 2025’an de hatibin çêkirin, dikarin serî li festîvalê bidin.
Fîlmên ku serî li Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya sala 2023’yan dabin, nikarin serî lêdin.
Ji bo mijaran û dirêjahiya fîlm sînor nehatine danîn.
Hemû fîlmên ku xwediyê helwesteke demokratîk bin, li hemberî mafên jinan û zarokan rêzdar bin, ne xwediyê nêrîneke ku nasnameyên cuda yên etnîk, bawerî û zayendî biçûk dixin, bin û êrîşî nirxên bingehîn ên têkoşîna civakî nekin, dê bên nirxandin.
Beşdarbûna fîlman a festîvalên wekî din an jî ji wan festîvalan wergirtina xelatan ji bo serlêdana fîlman nabe asteng.
Her derhêner dikare bi ji yekê zêdetir fîlman serlêdanê pêk bîne.
Fîlm bi kîjan zimanî hatibin kişandin bila hatibin kişandin, dikarin serî lê bidin.
Fîlmên ku ji bo pêşandanê bên hilbijartin lê zimanê wan ê resen ne Kurdî be, divê awayên wan ên bi jêrnivîsa Kurdî û Îngilîzî yan jî metnên jêrnivîsan bên şandin.
Beriya ku festîval dest pê bike, dê bi riya e-mailê ji serlêderan re bê ragihandin ka fîlmê wan ji bo pêşandanê hatiye hilbijartin an na.
Piştî ku serlêder der barê hilbijartina fîlm a ji bo bernameya festîvalê bê agahdarkirin, serlêderên ku nexwazin fîlmê wan di bernameya festîvalê de cih bigirin, divê di nava 5 rojên kar de vê daxwaza xwe bi awayekî nivîskî bi riya e-mailê ji lijneya festîvalê re ragihînin. Piştî ku bernameya festîvalê bi raya giştî re bê parvekirin, mafê serlêder ê ku fîlmê xwe paş ve bikişîne tune ye.
Piştî ku hemû fîlm ji aliye pêşjuriyê ve bên nirxandin, dê hilbijartina ji bo bernameyê pêk bê.
Fîlmên ku ji bo bernameya festîvalê bên hilbijartin, piştî nirxandina juriya festîvalê ji bo xelatdayînê hêja bên dîtin, dê di bernameya festîvalê ya bidawîbûnê de bên aşkerekirin.
Xebatkarên Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Peyasê û lêzimên wan ên nêz nikarin serî li beşên ku dê xelat bên dayîn, bidin.
Belgeyên Ku Di Dema Serlêdanê De Tên Xwestin
Sînopsîsa fîlm (Kurdî, Tirkî, Îngilîzî)
Kurtejiyana derhêner (Kurdî, Tirkî, Îngilîzî)
Afîşa fîlm
Dîmenên ji fîlm (3 dîmen)
Fotografê derhêner (1)
Teaser an jî fragmana fîlm
Şert û Mercên Serlêdana Projeyan
Pêşbirka projeyên belgefîlman, dê di navbera xebatên ku amadehiyên wan hatibin kirin û projeyên wan hatin sazkirin de pêk bê. Fîlmên ku karê çêkirinê bi dawî kiribin jî, dikarin di vê çarçoveyê de serlêdana piştgiriya postproduksiyonê pêk bînin.
Projeyên ku dê beşdarî pêşbirkê bibin, divê bi tevahî xweser bin. Der barê xwedîtiya projeyê de gotina serlêder esas tê girtin. Pirsgirêkên hiqûqî yên der barê xwedîtiyê de derkevin, berpirsiyarî ya serlêder e. Ger ku bê tesbîtkirin proje ne xweser e, ya yekî/e din e, yan jî ji berhemeke din hatiye stendin, xelata ku hatibe dayîn ligel faîzê wê paşve tê girtin.
Projeyên ku ne xwediyê helwesteke demokratîk bin, li hemberî mafên jin û zarokan ne rêzdar bin, nasnameyên cuda yên etnîkî, bawerî û zayendî biçûk bixin, êrîşî nirxên bingehîn ên têkoşîna civakî bikin, dê neyên nirxandin.
Projeyên ku ji aliyê kesekî/ê yan jî ji kesekî/ê zêdetir ve hatibin amadekirin, dikarin serî lê bidin. Ger ku piştgirî bê dayîn, piştgiriya madî dê ji bo kesê/a serlêder bê dayîn. Lijneya Festîvalê ji pirsgirêkên ku dê di parvekirina piştgiriyê de derkevin holê, ne berpirsiyar e.
Projeyên ku beşdarî pêşbirkê bibin, dê ji aliyê pêşjuriyekê ve bên nirxandin û herî zêde dê 10 proje ji bo nirxandina juriya esasî bên hilbijartin.
Xwediyên projeyên ku ji bo fînalê bimînin, di çarçoveya festîvalê de dê ji bo juriya festîvalê der barê projeya xwe de pêşkêşeyekê pêk bînin.
Dê projeyên kesên ku der barê projeya xwe de ji bo juriyê pêşkêşeyê pêk neyînin, neyên nirxandin.
Juriya festîvalê piştî ku dosyeyên projeyê û pêşkêşeyên xwediyên projeyan binirxîne, dê ji nav 10 projeyan herî zêde 3 projeyên ku dê piştgirî bê dayîn, hilbijêr.
Ger endamên juriyê projeyeke hêjayî piştgiriyê nebînin, dê mafê wan hebe ku piştgiriya projeyê nedin.
Projeyên ku hêjayî piştgirîdayînê bên dîtin, dê di dawiya festîvalê de bên daxuyandin.
Piştgiriyên projeyan dê wek piştgiriya çêkirinê, piştgiriya postproduksiyonê û piştgiriya alav û amûran ji sê beşan pêk bên.
Dê ji bo projeya ku hêjayî piştgirîya çêkirinê bê dîtin, 300 hezar TL piştgirî bê dayîn.
Dê ji bo projeya ku hêjayî piştgiriya postproduksiyonê bê dîtin, 250 hezar TL piştgirî bê dayîn.
Ji bo projeya ku hêjayî piştgiriya alav û amûran bê dîtin, dê ji bo 2 heftyeyan piştgiriya alav û amûrên teknîkî (amûrên dîmengirtinê, amûrên deng û amûrên ronahiyê) bê dayîn.
Piştgiriyên projeyan, dê wek sê beşan bên dayîn (piştgiriya alav û amûrên teknîkî ne tê de).
Xwediyê projeyê, piştî ku beşa pêşîn a pğiştgiriyê wergire, dê nûsafa xwe ya xebatê pêşkêşî lijneya festîvalê bike, lijneya festîvalê dê nûsafa xebatê binirxîne û piştî wê derbasî gava paşê bibe.
Ger ku xwediyê projeyê li gor bernameya ku pêşkêşî lijneya festîvalê kiriye tevnegere, di nûsafên xwe de ji bo sedeman palpiştan nîşan nede û projeya xwe di dema diyarkirî de bi encam neke, dê alîkariya ku hatibe dayîn li gel faîzê wê yê zagonî paşve bê wergirtin.
Projeyên ku piştgiriyê wergirin, dema ku bên biencamkirin, mecbûr e di jenerîka destpêkê ya fîlm de li gel hevoka "Bi alîkariya Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê hatiye amadekirin" Logoya festîvalê hebe.
Bi heman awayî projeya ku xelat wergirtibe divê di jenerîka dawiyê de li gel logoya Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê cih bide logoya Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn.
Di afîşa fîlm de li gel logoya festîvalê divê logoya Şaredariya Peyasê jî hebe.
Xebatkarên Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Peyasê û lêzimên wan ên di asta yekemin de nikarin serî lê bidin.
Belgeyên Ku Ji Bo Serlêdana Projeyan Tên Xwestin
Armanc û çarçoveya projeyê (herî hindik rûpelek û herî zêde jî 2 rûpel)
Metna lêkolînê û senaryoya projeyê (herî hindik 5 rûpel)
Ku hebin çavkaniyên lêkolînê
Fîlmên ku kêşana wan qediyabin, kopiyeke fîlm a pevbestina pêşîn a herî hindik, 20 deqîqe (Ji bo serlêdana alîkariya post-produksiyonê)
Plansaziya kêşanê ya ku tê pêşbînîkirin, bernameya destpêkirin û bidawîkirina projeyê
Budçeya projeyê (divê lêçûn bi awayekî bi hûrgilî bên nîşandan)
Kurtejiyana kesê/a serlêder (derhêner an jî çêker)