Juriya Fîlman a FîlmAmedê

Li ser vê rûpelê hûn dikarin endamên juriyê yên Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ligel biyografiyên wan ên kurt bibînin.

Ayşe Polat

Derhêner/Senaryonûs/Çêker

Derhêner, senaryonûs û çêkera fîlman a Alman-Kurd Ayşe Polat li Meletiyê hatiye dinyayê û li Hamburgê mezin bûye.

Piştî çêkirina gelek kurtefîlmên ku xelat wergirtine, di sala 1999’an de derhêneriya fîlma xwe ya metrajdirêj a yekemîn a bi navê Tûra li Derveyî Welêt kiriye. Fîlma wê ya duyemîn a bi navê En Garde di sala 2004’an de li Festîvala Fîlman a Locarnoyê di beşa Fîlma Herî Baş de Leopara Zîvîn wergirtiye.

Paşê jî derhêneriya fîlmên metrajdirêj ên cuda, belgefîlma bi navê Yên Din (2016) û fîlmên cuda yên televîzyonê kiriye. Fîlma wê ya dawîn a bi navê Li Piniya Kor promiyera xwe li Beşa Encountersê ya Berlînaleya 2023’yan kir û ji wê gavê ta niha bi giştî 26 xelat wergirtine.

Hinek ji van xelatan ev in; di Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî yên Stenbol û Îzmîrê de “Fîlma Herî Baş”, li Oldenburgê Xelata German Independence û Xelata Fîlma Herî Baş a Roja Zer a Festîvala Fîlmên Kurdan a Londonê. Ji aliyê Akademiya Fîlman a Almanan ve di warên Derhênerî û Senaryonûsiyê de Lolaya Zêrîn, di warê Fîlma Herî Baş de jî Lolaya Bronz wergirtiye. Her wiha di Xelatên Rexnegirên Fîlman ên Alman de xelata Senaryoya Herî Baş, di Xelatên Fîlman ên Bavyerayê de jî xelata Derhênera Herî Baş wergirtiye.

Ekrem Heydo

Derhêner/ Derhênerê Dîmenê/Çêker

Ekrem Heydo di sala 1973’yan de li bajarê Kurdan ê Serê Kaniyê yê Rojava yê li Bakurê Sûriyeyê hatiye dinyayê.

Di sala 1995’an de hatiye Almanyayê. Piştî ku li bajarê Hannoverê perwerdehiya kamera û pevbestînê wergirtiye, li Akademiya Hunerê ya Ruhrê ya li bajarê Dortmundê perwerdehiya derhêneriyê dîtiye. Ji sala 2006’an vir ve li Berlînê dijî û dixebite.

Bi belgefîlma xwe ya yekemîn a bi navê Helebçe – Zarokên Wenda di qada navneteweyî de gelek xelat wergirtine. Ji bo fîlma xwe ya duyemîn a bi navê Bihuşta Min (2016) vegeriyaye welatê xwe, Serê Kaniyê.

Pirek ji bo Rojava belgefîlma wî ya nû ye.

Nazmî Karaman

Lîstikvan/Derhêner

Di sala 1978’an de li Gevera Colemêrgê hatiye dinyayê. Ji Beşa Lîstikvaniyê ya Akademiya Hunerên Bedew a Perayê mezûn bûye. Di lîstikên şanoyê de lîstikvanî û derhênerî kiriye. Di gelek fîlmên sînemayê de, di kurtefîlman de û di rêzefîlmên televîzyonê de wek lîstikvan cih girtiye. Kurtefîlma bi navê Bêrû nivîsandiye û derhêneriya wê kiriye.

Lîstikên Şanoyê
Çinûr – Lîstikvan (2025) Wezîrtî Para Min e – Derhêner (2025) Seyrana Li Çeperê – Derhêner (2023) Haylo Dîsa Tevlihev Bû – Derhêner (2022) Mirin û Keçik – Derhêner (2021) Bêrû – Lîstikvan, Derhêner (2018)

Fîlm û rêzefîlmên ku tê de cih girtiye:
Vizontele Tuuba, Bahoz, Çok Film hareketler Bunlar, Neşeli Hayat, Yol Arkadaşim, Kopek, Al Şafak, Hêvî, Kurtuluş ve Rahma.
Hatirla Sevgili, Bir Demet Tiyatro, Çok Guzel Hareketler Bunlar, Bana Baba Dedi, 3+1 Ev Yapimi Komedi û Hinek Henek

Şîlan Sadî

Derhêner/Belgefîlmçêker

Li bajarê Kurdan ê li bakurê rojavayê Îranê, Mihabadê hatime dinyayê. Çêkerekî fîlmên serbixwe me û min zêdetir dêhn û bala xwe daye têkoşîn û nasnameya çandî ya gelê Kurd.

Min lîsansa xwe li Zanîngeha Sooreyê, di Beşa Sînemayê de kir. Her wiha beşdarî bernameyên navneteweyî yên wek Berlinale Talents 2019 û kargehên Dibistan Fîlman a Denmark bûme.

Li ser fîlmên belgeyî û çêkerî dixebitim û li ser rasteqîniya jinên Kurd ên ku rûberî astengdariyên siyasî û civakî dibin, hûr dibim. Bi fîlmên xwe yên ku di qada navneteweyî de hatine pêşandan û gelek xelat wergirtine, ez sînemayê wek amûreke berxwedanê û xwederbirîna çandî dibînim.

Fîlmografî
Night and Fog in Kurdistan
Li Kurdistanê Şev û Mij (2024)

5 Mothers and 1 Common
5 Dayik û Keseke Ji Rêzê (2020)

001 (2017)

My Grandma’s Daughter
Keça Dapîra Min (2014)

An Alley Behind Our House
Kuçeya Li Pişt Mala Me (2010)

Clothes of Mukrian
Cil û Bergên Mukriyanî (2008)

The Lost Dream
Xewna Wenda (2006)



Şêro Hindê

Derhêner/Nivîskar

Di sala 1980’yî de li bajarê Qamişloyê ji dayik bûye. Li zanîngehê beşa arkeolojiyê kuta kiriye û wekî arkeologekî li gelek şûnwarên rojavayê Kurdistanê xebitiye.

Di ber karê xwe yê arkeolojiyê de, dest bi xebatên nivîskariyê, rojnamevaniyê û sînemayê kiriye.

Ji salên 2010’an vir ve, derhênertiya gelek berhemên sînema û televîzyonê kiriye. Her wiha wekî mamosteyê sînemayê li Peymangeha Bilind a Hunerê ya Rojava karê perwerdehiyê dike.

Yek ji damezrînerên Hunergeha Welat û Komîna Film a Rojava ye.

Çîrokên Bajarên Wêranbûyî (2017)

Mako Sar e (Kurtefîlm) (2014)

Destana Me (Muzîkal) (2022)

Stranên Keziya Sor (Muzîkal) (2023)

Li Bin Siya Çiya (Belgefîlm) (2013)

Kêra Ko (Belgefîlm) (2015)

Darên Bi Tenê (Belgefîlm) (2017)

Evîn Di Rûyê Qirkirinê De (Belgefîlm) (2020)