Juriya Fona Fîlman a FîlmAmedê

Li ser vê rûpelê hûn dikarin endamên juriyê yên Fona Fîlman a Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ligel biyografiyên wan ên kurt bibînin.

Ayşe Çetînbaş

Çêker

Ayşe Çetînbaş di sala 1979’an de li Almanyayê hatiye dinyayê. Di sala 2002’yan de Zankoya Aborînasiyê ya Zanîngeha Stenbolê kuta kiriye.

Piştî ku lîsansa xwe ya bilind a der barê Polîtîkayên Raya Giştî yên Ewropayê de li Zanîngeha Greenwichê bi dawî kiriye, di projeyên belgefîlman ên cuda yên neteweyî û navneteweyî de xebitiye.

Di navbera salên 2008 û 2014’an de, di lijneya rêvebir a Festîvala Belgefîlman a 1001’an a Navneteweyî ya ku ji aliyê Yekîtiya Sînemagerên Belgefîlman ve tê birêxistinkirin de cih girtiye.

Ayşe Çetînbaş beşdarî projeyên sazî û dezgehên çapemeniyê yên navneteweyî yên cuda bûye û bûye yek ji damezirînerên Surela Fîlm Yapimê.

Di binê banê Surela Fîlmê de çêkeriya belgefîlmên wek ‘5 Nolu Cezaevi: 1980-84 – Girtîgeha Bi Hejmara 5’an’ (2009), ‘Benim Çocuğum – Zaroka Min’ (2013), ‘Dr. Şivan’ (2013), ‘Bakur’ (2015) kiriye.

Yekemîn belgefîlma ku Çetînbaşê derhêneriya wê kiriye jî belgefîlma bi navê ‘Yıldız Alpar: Bedii Raks'tan Bugüne– Yildiz Alpar – Ji Bedii Raksê ta Niha’ (2011) ye.

Di sala 2025’an de jî belgefîlma Kardeş Turkuler a ku ligel Çayan Demîrel derhêneriya wê kiriye, bi dawî kir.

Elîf Ergezen

Derhênera Belgefîlman

Elif Ergezen piştî ku Zankoya Ragihandinê ya Zanîngeha Galatasarayê kuta dike, lîsansa xwe ya bilind li Zanîngeha Sorbonneê ya Paris 1 Pantheonê li ser sînemayê dike.

Derhênera belgefîlman e.

Bi heman awayî di çêkirina honaka gelek fîlman de jî xebitiye. Di festîvalên curbecur de di lijneyên şêwrê de cih girtiye.

16 salan li Navenda Fîlman a Mithat Alam rêveberiya projeyan kiriye. Hîna koordînatoriya giştî ya Sinematek/Mala Sînemayê dike.

Ev çendîn sal in ku perwerdekariya felsefeya ji bo zarokan û rêveberiya kargehên fîlman dike.

Nivîskara pirtûkeke zarokan a bi navê ‘Evro’ ye.

İlham Bakır

Derhêner/Nivîskar

Li zanîngehên cuda yên Îzmîrê wêje, fîlm û drama xwendiye.

Çîrokên kurt, şano û senaryoyan dinivîse.

Çîrokên wî di kovaran û di antolojiyên pirtûkan de hatine weşandin.

Li Navenda Çandên Mezopotamyayê dest bi karê sînemayê kiriye. Di gelek kurtefîlm û belgefîlman de derhênerî kiriye.

Li Akademiya Cegerxwîn û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn xebatên xwe yên fîlmsaziyê meşandine û dersên sînemayê dane.

Kurtefîlma wî ya dawîn, “Dengê Kilîtan” beşdarî gelek festîvalên navneteweyî bûye û gelek xelat wergirtine.

Ji ber gotarên xwe yên di rojnameyên Özgür Gündem, Yeni Yaşam û Yeni Özgür Politikayê de rastî gelek lê pirsînan hatiye û cezayên girtîgehê wergirtine.

Di van rojnameyande hîna jî quncik nivîsiyê dike.

Ji ber cezayê girtîgehêyê ku di sala 2023’yan de wergirt, neçar ma ku welêt biterikîne.

Ew li Londonê dijî û li Enstîtuya Kurdî ya Londonê li ser sînemayê dixebite û dersên sînemayê dide.

Metîn Ewr

Senaryonûs / Derhêner

Ji Amedê ye.

Li bajarê Edeneyê du salan nûnertiya rojnameya Azadiya Welat kiriye û piştî wê di binê banê Navenda Çandên Mezopotamyayê de dest bi xebatên çand û hunerê kiriye.

Di binê banê şaxa NÇM’yê ya Edeneyê de kovara wêje û ziman ya binavê Nûza derxistiye û edîtoriya wê kiriye.

Di Koma Şanoyê ya Nûpelda de derhênerî û nivîsandina tekstên şanoyê kiriye.

Lîstikên Paşom, Fikriya, Reş an jî Şer, Name, Mars ji çend lîstikên wî yên ku hatine lîstin in.

Di destpêka avakirina TZP-Kurdî de cihgirtiye û demekê berdevkiyawê ya Çûkûrovayê kiriye.

Piştî di sala 2009’an de vedigere Amedê, dest bi xebata sînemayê dike.

Di sê festîvalan de di nava komîteya birêveber de cihgirtiye û di çend festîvalên navneteweyî û festîvalên Kurd de jurîtî kiriye.

Di nava koma senaryonûsiya rêzefîlmên Ax û Jiyan, Ref, Malîno û fîlma metrajdirêj a bi navê 14 Tîrmehê de cihgirtiye.

Herî dawiyê kurtefîlma bi navê Çerx nivîsiye û derhêneriya wê kiriye.

Ovgu Gokçe

Nivîskara Sînemayê/Lêkolîner

Zankoya Felsefeyê ya Zanîngeha Bogaziçiyê kuta kiriye.

Li Zankoya Sînema û Televîzyonê ya Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê 5 salan wek lêkolîner xebitiye û teza xwe ya ji bo lîsansa bilind li heman zankoyê der barê sînemaya Îranê ya piştî şoreşê de nivîsandiye.

Li Zankoya Hunerên Navdîsîplînan a Zanîngeha Ohioyê der barê sînema û çelengiyê de xebatên xwe yên doktorayê domandine.

Li zanîngehên cuda der barê dîroka sînemayê, çanda dîtbar, sînemaya Tirkiyeyê û sînemaya welatan de ders dane.

Ji sala 2001’an a ku hat damezirandin ve, di nava tîma Kovara Sînemayê ya bi navê Altyaziyê de cih girtiye; wek nivîskara sînemayê, endama lijneya weşanê û edîtor xebitiye.

Di navbera salên 2011 û 2023’yan de li Navenda Hunerê ya Amedê (DSM) projeyên hunerî yên çanda navdîsîplînan bi rê ve birin.

Di Komeleya Sînemayê ya Altyaziyê de piştgiriya sêwirandina projeyên sînemayê û semîneran dike. Sînemayên welatan, melodram, çelengiya fîlman, sînemaya belgeyî, sînemaya cerebe û vîdeo-cerebe bala wê dikişînin.