SERLÊDAN

Serlêdanan bi dawî bûn.

SERLÊDAN

Serlêdanan bi dawî bûn.

FORMA SERLÊDANÊ


MEDIA

Adipiscing magna sed dolor elit. Praesent eleifend dignissim arcu, at eleifend sapien imperdiet ac. Aliquam erat volutpat. Praesent urna nisi, fringila lorem et vehicula lacinia quam. Integer sollicitudin mauris nec lorem luctus ultrices.

Nullam et orci eu lorem consequat tincidunt vivamus et sagittis libero. Mauris aliquet magna magna sed nunc rhoncus pharetra. Pellentesque condimentum sem. In efficitur ligula tate urna. Maecenas laoreet massa vel lacinia pellentesque lorem ipsum dolor. Nullam et orci eu lorem consequat tincidunt. Vivamus et sagittis libero. Mauris aliquet magna magna sed nunc rhoncus amet feugiat tempus.

Derbarê Me De

Film Amed

Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê, festîvaleke navneteweyî ye û bi armanca bi bikaranîna hêza sînemaya belgeyî parastina bîra civakê, dîtbarkirina mîrateya çandî û anîna gel hev a perspektîfên cihêreng tê lidarxistin.

Festîvala me cara pêşîn di sala 2011’an de di binê banê Akademiya Çand, Huner, Ziman û Wêjeyê ya Cegerxwîn a bi Şaredariya Peyasê ve girêdayî de wek rojên fîlman dest pê kiriye, paşê vîzyon û mîsyona xwe bi pêş xistiye û wek festîvaleke fîlman rêwîtiya xwe domandiye.

Di pêvajoya polîtîkayên qeyûman ên ku vîna gelan hatiye xespkirin ên ku di sala 2016’an de dest pê kirine de, Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve bi hevkariya bi sazî û dezgehên demokratîk ên li Amedê rêwîtiya xwe domandiye.

Festîval careke din ji aliyê Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve tê lidarxistin.

Festîval fîlmên ku li herêmê û li cîhanê hatine afirandin derdixe pêşberî temaşevanan û ji bo sînemagerên belgefîlman dibe qadeke ku bikaribin werin gel hev.

Armanca FîlmAmedê ew e ku ji bo tevahiya kesên ku bala wan li ser sînemaya belgeyî ye bibe qadeke hevdîtinê. Her wiha FîlmAmed dixwaze ku rê li nîqaş û nirxandinên akademîk û hunerî veke.

Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê sînemaya belgeyî wek alaveke xwederbirînê teşwîq dike û dixawze ku pirrengiya çandî û kêşe û arîşeyên civakî dîtbar bike. Festîval piştgiriyê dide berhemên sînemagerên serbixwe û dike ku belgefîlmên xwereng ên ku rexneyan dikin xwe bigihînin zêdetir kesan.

Armanca demdirêj a FîlmAmedê ew e ku di qada herêmî û navneteweyî de bibe festîvaleke belgefîlman a ku rêz lê bê girtin.

Her wiha armanca wê ew e ku bibe çalakiyeke çandî ya ku bi rêya sînemayê diyalogên civakî xurt bike, afrîneriya hunerî teşwîq bike û bandora sînemaya belgeyî zêde bike.

Festîvalê her û her fikr û ramanên cuda anîne gel hev û piştgiriyeke xurt daye û dê bide afrîneriya di qada sînemaya azad de.

Komîteya Amadekar a Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê

TÊKILÎ


Telefon: ‎+90 538 680 28 18
E-poste: filmamedfestival@gmail.com

Bijarteya Fermî ya FîlmAmedê

Fîlm / Derhêner:

  • 36 / Rêzan Mîr Uğurlu
  • 5 Xulekên Dawîn / Şehram Maslakhi
  • Aşkere Veşarî: Antolojiyeke (Xwe)Sansurê / Fırat Yücel, Erhan Örs, Hakan Bozyurt, Can Memiş, Sibil Çekmen, Nadir Sönmez, Serra Akcan, Belit Sağ
  • Bîra Sûrê / Azad Altay
  • Dema Tirî / Ebrahim Hesari
  • Firingî Îsot Depresyon / Aybüke Avcı
  • Ezda / Halime Aktürk
  • Habîbullah / Adnan Zandi
  • Îkona Mezin a Dawîn: Dêra Surp Giragos / Eren Kahraman
  • Jinwar / Nadia Derwiş
  • Kerboran / Berke Baş
  • Li Ber Siya Spîndarê / Kenan Diler
  • Li Dengê Azadiyê Da / Zainap Entezar
  • Mala Pîrê Edene / Nagehan Uskan
  • Meşa Irisê / Burcu Güler
  • Îsmaîlê Me / Fatin Kanat – Önder İnce
  • Rengê Kevir / Tuğba Yaşar
  • Rojnivîska Mişextiyekî / Mert Güncüer
  • Sirgûn Qet Naqede / Bahar Bektaş
  • Stêrka Li Ser Xetê / Bêrîvan Saruhan
  • Wek Bayê Bê Ax / Borhan Ahmedi
  • Xewna Rojînê / Serwa Aliveisy
  • Xurbeta Sêyem / Mediha Güzelgün
  • YÎBO / Şükran Demir, Özgür Ünal

Bijarteya Nîşandanan a FîlmAmedê

Fîlm / Derhêner:

  • Dahomey / Mati Diop
  • Xana Nû / Bingöl Elmas
  • Fîlmeke Fedaî / Kamala Aljafari
  • Welatekî Azweriyê / Mansour & Muna Khalidi
  • Di Navbera Nazikî û Tundiyê de / Şirin Bahar Demirel

Fona Fîlman a FîlmAmedê - Projeyên Fînalîst

Navên Projeyan / Derhêner:

  • Ben û Sen / Ahmet Petek
  • Dengê Pûşê Di Hundirê Min De / Dîlan Engîn
  • Gundem / Fatma Çelîk
  • Meşa Nazik / Etna Ozbek
  • Nayser, Sektora Ne Fermî / Azad Jannatî
  • Warabîstan / Îrfan Aktan
  • Zarokatiya Di Nava Mijê De / Edrîs Abdî & Warman Saeed
Şert û mercên serlêdana fîlman/projeyan bixwîne.